Cîhan
DEM Partî: Gotûbêjên yasaya çarçoveyê hêj bi encam nebûne
PeyamaKurd - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li Navenda Giştî ya partiya xwe li ser pêşnûmeya yasaya çarçoveyê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêka sedsalî divê li ser pêşnûmeyê lihevkirineke hevpar çêbibe.
Dogan, destnîşan kir ku muzakere hîn bi encam nebûne û bangî hemû partiyên siyasî kir ku li gorî vê hesasiyetê tevbigerin. Her wiha tekez kir ku Abdullah Ocalan mixeteb û aktorê diyarker ê pêvajoyê ye û divê şert û mercên wî yên hiqûqî werin sererastkirin.
Ayşegul Dogan herwiha bal kişand ser bikaranîna zimanê avaker di çapemeniyê de û diyar kir ku divê dev ji zimanê dijberiyê were berdan da ku bingeheke xurt ji bo aştiyê ava bibe.