TR KU SO
FB X
Cîhan

DEM Partî: Ocalan amade ye, gelo dewlet jî amade ye?

Admin H
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2024 19:23

PeyamaKurd – Berdevka Partiya Aştî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, îro 24ê Cotmehê, li ser hevdîtina biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan a malbatê li girava Îmraliyê û nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê daxuyanî dan.

Ayşegul Dogan, derbarê rewşa Ocalan de got ku tenduristiya wî baş e û dixwaze di proseyeke çareseriyê de rola xwe bilîze.

Dogan, amadebûna DEM Partiyê bo proseyeke nû ya çareseriyê anî ziman û diyar kir, ‘Siyaseta demokratîk amade ye, Birêz Ocalan jî amade ye. Gelo dewlet amade ye, ji bo çareseriya pirsa Kurd, zemîna hiqûqî û siyasî amade bike? Niha dor ya yên ku ev bangewazî kirine û piştevaniya wê dikin e.”

Parve bike: