TR KU SO
FB X
Cîhan

DEM Partîyê dîroka kongreya xwe eşkere kir: Rêzikname tê guhertin

Admin H
Nivîskar
📅 18 hezîran 2026 19:01

PeyamaKurd - Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) amadehiyên xwe yên ji bo Kongreya Asayî ya 5emîn didomîne. Hat ragihandin ku DEM Partî dê kongreya xwe di 20ê Îlona îsal de li Enqereyê li dar bixe û rêzikname û bernameya xwe jî biguherîne.

DEM Partiyê eşkere kir ku dê kongreya 5emîn li Salona Werzişê ya Enqere Arenayê birêve biçe û ji bo birêvebirina vê pêvajoyê komîteyeke navendî ya kongreyê hatiye avakirin.

Hate diyarkirin ku wê DEM Partî beriya kongreyê jî li bajaran, navçeyan û heta li taxan konferansan li dar bixe, nêrîn û pêşniyarên gel û saziyên civakî bistîne.

Herwiha hate eşkerekirin ku wê DEM Partî ji bo guhertina rêzikname û bernameya partiyê jî komîteyeke taybet ava bike daku di kongreyê de ew guhertin bên pejirandin.

Parve bike: