TR KU SO
FB X
Cîhan

Demirtas: Berî hilbijartinê plana êrîsa ser Kobanê dikin!

Admin H
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2023 18:01

PeyamaKurd - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahettin Demîrtaş ku ji sala 2016an li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê Twitterê çend peyam li ser hilbijartinên Tirkiyeyê belav kir û got, desthilatdariya AKP ya Tirkiyê beriya hilbijartinan dixwaze êrîşî Kobanê bike.

Demîrtaş di peyamên xwe de diyar kir, divê opozîsyona Tirkiyê li dijî vê planê raweste û helwesteke jidil nîşan bide û xwe yekalî bike, yan dê ji bo bidestxistina dengan piştgiriya operasyona leşkerî bike, yan jî dê li dijî şerekî raweste ku tenê armanca wê bidestxistina dengan di hilbijartinan de ye.

— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) January 28, 2023

Demirtaş di berdewamê de jî dibêje “Çima Tifaqa Cumhur namzedekî ku bi ser bikeve nabîne, li ser kesê ku nikare hem bibe namzed û hem jî bi ser bikeve, israr dike? Na, eger Erdogan namzedê biser bikeve be çima hewil dide HUDA-PARa ku 170 hezar dengên wê heye tevlî tifaqê bike?

AKP + MHP + BBP + Partiya Vatan + HUDAPAR. Li gorî we çiye ku dikare wan bîne cem hev? Hevkariyeke giran a sûcan e? An jî ew amadekariyeke pêşîn a plana şer a nû ye? Teqez ne ne hezkirina welat e.”

Li aliyê din gotinên Demirtaş ên derbarê HUDA-PARê de rastî bertekên rêveber û alîgirên HUDA-PARê hatin ku rexneyên tund li Demirtaş hatin kirin.

Parve bike: