TR KU SO
FB X
Cîhan

Demirtas: Dest û lingên min girêdayîne û Erdogan di axife

Admin M
Nivîskar
📅 02 hezîran 2018 22:45

PeyamaKurd: Recep Tayip Erdoğan di axaftina partiya xwe ya bajarê Semsûrê de, namzetê serokkomariya HDPê Selahattin Demirtaş sûcdar kir û got: “ Bi destê zatê ku di zîndanê de ye, xwîna 53 kesî heye. Ewqas dengan sitendin û hatin meclise, çi kirin?”

Do jî, di bernameya televîzyonekî de Erdoğan bo Selahattin Demirtaş gotibû; ’bi çi rûyê dibe namzetê serokkomariyê’. Selahattin Demirtaş jî di ser hesabê xwe tê Twitterê de bersiva Erdoğan da û weha got:

“Tu her roj li meydana û di televizyonan de îftîra li min dikî. Li vê derê dest û lingên min girêdayîne. Car din jî tu di eleyhiya min de diaxifî. Lê tu wisa dizanî ku dest û lingên xelkê jî girêdayiye? Ew bersiva ku tu heq dikî, di 24 ê hezîranê de, wê xelk di sindoqan de bide te.”

Parve bike: