TR KU SO
FB X
Cîhan

Demirtas: Di tûra duyem de em boykot nakin!

Admin V
Nivîskar
📅 18 hezîran 2018 15:25

PeyamaKurd- Namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş got ku di tûra duyem de em hilbijartinê boykot nakin.

Namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş yê ku hepsa Edirnê de girtî ye, duh di televîzyona dewletê de (TRT) de bi qasî 10 deqîqeyan axivî. Demirtaş di axaftina xwe de daxuyaniyên girîng dan. Demirtaş got ku hilbijartin wê bimîne tûra duyem. Di tûra duyem de jî em hilbijartinê boykot nakin. Erdogan dixwaze ku di tûra duyem de pêşiyê li muxalefetê bigire. Niha hemî hesabên xwe li gorî tûra duyem dike. Divê her kes li dijî propagandaya Erdogan ya hîle, derew û bêbextiyan bisekine. Niha ez bawer dikim ku di tûra duyem de Tifaqa Milletî wê berfirehtir bibe û vegere ser Tifaqa Demokrasiyê. Em jî boykotê nakin û divê muxalefet bi hev re tevbigere.

Parve bike: