TR KU SO
FB X
Cîhan

Demirtas: Em, ne PKKê; gelê xwe temsîl dikin!

Admin V
Nivîskar
📅 03 hezîran 2018 17:26

PeyamaKurd- Hevserokê HDPê yê berê û namzetê HDPê serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş ji girtîgeha Edirnê bang kir û got ku em, ne PKKê; em wan kesên ku rayên xwe dane me, temsîl dikin.

Selahattin Demirtaş di girtîgehê de pirsên Ajansa Nûçeyan ya Alman ya bi navê dpayê bersivandin. Ev roportaja Demirtaş di Frankfurter Allgemenine Zeitung (FAZ), û Frankfurter Der Standaardê de jî hate weşandin.

Di hevpeyvînê de Demirtaş wiha axivî: Gelê me rayên xwe dane me û em bûne wekîlên wan. Em partiyeke fermî û qanûnî ne. Em PKKê temsîl nakin. Em gelê xwe yê ku rayên xwe dane me temsîl dikin. Em li dijî şîddetê ne. Lê belê hikûmet her dem dibêje û pirsgirêka Kurdî, pirsgirêka PKKê ye û dixwaze bi şîddetê çareser bike. Em jî li dijî vê yekê ne. Li gorî min êdî gelê me rayên xwe nade AKPê û AKP wê ji herêmê paqij bibe.

Parve bike: