Demirtas ji bo "texliye"yê serî li mehkemeya destûrê da
PeyamaKurd - Namzedê serokkomariyê yê HDPê Selahattîn Demirtaş serî li Mehkemeya Destûra Bingehîn da û texliyeya xwe xwest.
Demirtaşê ku li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, piştî ku Mehkemeya Cezayê Giran a 19emîn a Enqereyê daxwaza texliyeya wî red kir, bi rêya parêzerên xwe serî li Mehkemeya Destûra Bingehîn da.
Di daxwaznameya serlêdanê de hat bibîrxistin ku Demirtaş ji 4ê mijdara 2016an heta niha girtî ye, ev rewşa girtîbûnê mafê hilbijartin û hilbijirîna kesê serlêdan kiriye, binpê dike, ji ber ku namzedê serokomariyê ye û girtîbûna wî dewam dike, ev rewş giraniya binpêkirinê zêdetir dike.
Di daxwaznameyê de biryara "binpêkirina maf" a ku Mehkemeya Destûra Bingehîn di 2013an de ji bo Parlamenterê Îzmirê yê CHPê Mustafa Balbay da hat bibîrxistin û hat gotin ku pênc namzedên din ji her amûrên propagandayê mifadar dibin û xebata hilbijartinê dimeşînin, lê dema ku meriv bala xwe dide rewşa Demirtaş a girtî, di van şert û mercan da kirina hilbijartina serokomariyê wê lekedar bibe.
Di daxwaznameyê de hat xwestin ku ji bo serlêdanê zûtir hevdîtin were kirin û Demirtaş were texliyekirin.