Demirtas: Ne niha ne jî pistre, fikrê ku bêm hilbijartin nîne
Peyamakurd - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş ku niha li Girtîgeha Silîvrî ya Stenbolê zindankirî ye, di hevpeyvîneke xwe de got, “Ne li demeke nêz, ne jî demên pêş hevseroktiya HDPê jî tê de, fikrekî min ê bibim kesekî hatiye hilbijartin nîne.”
‘DIXWAZIN SIYASETÊ LI MIN QEDEXE BIKIN’
Demirtaş di hevpeyvîna nivîskî ya ligel rojnameya Cumhuriyet a tirkî de, diyar kir ku ew dê wekî HDPyîyekî ji bo demokrasî û aştiyê bi partiya xwe re tevbigere û da zanîn, “Ne li demeke nêz, ne jî demên pêş hevseroktiya HDPê jî tê de, fikrekî min ê bibim kesê bê hilbijartin nîne… Ji xwe ji aliyê yasayî ve jî ji bo ev yek pêk neyê, bi lez û bez hewil didin bi cezayên giran min di hûndir de bihêlin û siyasetê li min qedexe bikin.”
Selahattîn Demirtaş li ser pirsa ‘Dilê we ji hinekan maye?” jî got, “Van pirsan ji kerema xwe heger rojekê bi selametî ji vir derkevim bipirsin. Çunkî niha nayên bîra min, belkî wê demê werin bîra min.”