TR KU SO
FB X
Cîhan

Denmarkê, bikaranîna TikTokê qedexe kir!

Ruken güler
Nivîskar
📅 07 adar 2023 17:30

PeyamaKurd- Rayedarên Wezareta Berevaniya Denmarkê, bikaranîna TîkTokê ku platforma medyaya civakî ya Çînê ye, li xebatkarên xwe yên li ser cîhazên ku di kar û barên fermî de di çarçoveya bergirên ewlehiya sîber de tên bikaranîn, qedexe kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de Navenda Ewlehiya Sîber a Servîsa Îstîxbarata Derve ya Denmarkê diyar kir ku sepana TikTokê, "dixwaze hin maf û gihîştina agahdariya bikarhêneran a li ser cîhazê" bi dest bixe û diyar kir ku di vê sepanê de gumana sîxuriyê heye.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku "Bikaranîna sepanê, dê di yekîneyên fermî de bê qedexekirin û tu têkiliya serlêdanê bi karsaziyê re tuneye û di nav wezaretê de dibe sedema fikarên cidî yên ewlehiyê".

 Di daxuyaniya ku hat dayîn de ji xebatkaran hat xwestin ku li ser telefonên ku di servîsa fermî de tên bikaranîn, TikTokê saz nekin û yên hatine sazkirin rakin.

Parve bike: