TR KU SO
FB X
Cîhan

Der heqê parlamenterê CHPê de îdianame

📅 21 gulan 2018 19:51

PeyamaKurd - Îdianameya ku der heqê Parlamenterê CHPyê Eren Erdem de bi daxwaza heya 22 salan cezayê hebsê va hat amadekirin, qebûl bû.

Bi sedemê ku der heqê wî de qedexeya derketina derveyî welat heye, îzin nedan ku Parlamenterê CHPê Eren Erdem biçe Almanyayê.

Di îdianameyê de tê îdiakirin ku Eren Erdem di rojnameya Karşiyê de ku Gerînendeyê wê bû qeydên dengî yên neyasayî di bûyera 17-15ê kanûnê de servîs kirine.

Wek tê zanîn hêzên nêzîkî Fethullah Gulen hin belge û qeydiyên aîdî Erdogan û partiya wî deşifre kiribûn û 17-25ê Kanûna 2013an weşandibûn. Ev bûbû sedem ku gelek wezîrên AKPê îstifa bikin û Erdogan bikeve tengasiyeke mezin. Ji wir derket holê ku gelek dolarên di qutî û qaseyan de veşartî ne. Bûyer bi Riza Serraf û mudirê Halkbanka Tirkiyê Hakan Atilla ve hat girêdan û ew li Amerîkayê hatin mehkemekirin.

Parve bike: