Derbarê bûyera Zonguldakê de lêpirsîn hat destpêkirin
PeyamaKurd - Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Akın Gürlek ragihand ku derbarê bûyera ku li gundê Bektaşlî yê ser bi navçeya Alapliyê ya Zonguldakê di navbera karkerên çandiniyê yên ji Şirnexê û gundiyan de qewimî bû, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Karadeniz Ereğliyê ve lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin.
Gürlek diyar kir ku ev bûyereke yekane ye û banga hişyariyê li raya giştî kir daku guh nedin zanyariyên nediyar.
Ji aliyê din ve Walîtiya Zonguldakê jî da zanîn ku alozî di navbera du malbatan de derketiye, ti birîndar nînin û hemû tedbîrên ewlehiyê hatine girtin.
Li hemberî van daxuyaniyan, DEM Partiyê jî bertekeke tund nîşan da û ragihand ku êrîşên li ser karkerên Kurd ên çandiniyê bi ti awayî nayên qebûlkirin.
DEM Partiyê tekez kir ku pênasekirina van êrîşan wekî "bûyerên yekane" xetere ye û ji rayedaran xwest ku hemû berpirsiyar û kesên li pişt vê êrîşê werin darizandin.