Cîhan
Derçûyên zanîngehan li Bexdayê xwepêsandaneke mezin li dar xistin
PeyamaKurd - Li paytexta Iraqê Bexdayê îro Yekşemê xwepêşandaneke mezin dest pê kir.
Hat ragihandin ku xwepêşanderên piraniya wan derçûyên zanîngehan û xwendina bilind in ji bo tayîna wan bê derxistin û kar bo wan bê dayîn derketin meydanan.
Bi hezaran xwepêşander di bin dorpêça ewlehiyê de, meşiyan û ji hikûmeta Iraqê daxwaza bicihkirina xwestekên xwe kirin.