Cîhan
Dêrezor | Berpirsê cebilxane û çekan ê DAISê hat girtin
PeyamaKurd – Berpirsê cebilxane û çekan ê DAIŞê li rojhilatê Dêrezorê ji aliyê Asayîşa Rêveberiya Xweser ve di operasyoneke taybet de hat girtin.
Li gor Navenda Ragihandinê ya Asayîşa Rêveberiya Xweser eşkere kir, hêzên HATê ev operasyon bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî encam daye.
Asayîşa Rêveberiya Xweser li ser mijarê daxuyaniyek da û destnîşan kir, hêzên wan û Hevpeymaniya Navneteweyî “bermayên şaneyên DAIŞê û komên çete” dişopînin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, “Hêzên me yên taybet çekdarekî DAIŞê li rojhilatê Dêrezorê girt ku berpirsê cebilxane û çekan bû.”
Hêzên taybet (HAT) ên Asayîşa Hundirîn a Rêveberiya Xweser, do jî li rojhilatê Dêrezorê di operasyoneke taybet de 4 çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê girtibûn.