Dewlemend û bazirganên Duhokê alîkariyê dide komîteya rûbirûbûna Covid-19ê
PeyamaKurd - Serokê odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Duhokê ragihand, dewlemend û bazirganên Duhokê alîkariya welatiyên hejar û komîteya rûbirûbûna nexweşiya Koronayê dikin.
Li gorî nûçeya Basnewsê, Serokê odeya bazirganî û pîşesazî ya Duhokê, Eyad Hesen got, ji roja ku komîteya rûbirûbûna nexweşiya Covid-19ê ya hikûmeta Kurdistanê dest bi kar bûye, bazirgan û dewlemendên Duhokê jî alîkariya wê dikin.
Eyad Hesen her wiha got, dewlemend û bazirganên Duhokê hotel, depo û avahiyên xwe didin hikûmetê da ku bo nehîştina Covid-19ê mifayê jê bibînin. Her wiha alîkariya welatiyên belengaz û hejar dikin.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Duhokê da zanîn, dewlemendên Duhokê niha mijûlî çêkirina du nexweşxaneyên taybet bi Covid-19ê ne û got, me divêt bazirgan û dewlemendên din jî tevlî vê xebatê bibin da ku em bi hev re bişên vê nexweşiyê û qonaxê derbas bikin.