Cîhan
Di 12 rojan de 9 kesan întihar kir
PeyamaKurd – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji ber rewşa aborî û mercên giran ên jiyanê ev demek e li ser hev gelek kes întihar dikin.
Di nav 12 rojên dawî de xwendekar, mamoste, ajokar û leşker jî tê de ji ber qeyrana aborî di 9 kesan dawî li jiyana xwe anî.
9 kesên ku van rojên dawî ji ber mercên giran ên jiyanê întihar kirine wiha ne:
- 19 Sibat: Li Navçeya Manavgat a Antalyayê Halît Yilmaz ji ber 26 hezar û 450 lîra deynê wî yê bankê hebû dawî li jiyana xwe anî.
- 19 Sibat: Mamosteyê Matematîkê Înan Avşar ku li dibistanake taybet dixebitî, xwe kuşt.
- 19 Sibat: Li Navçeya Karşiyaka ya Îzmirê Omur K., yê 57 salî dawî li jiyana xwe anî.
- 18 Sibat: Xwendekarê Pola 4'emîn ê Beşa Radyo û Tevîzyonê yê Zanîngeha Stenbolê Hakan Taşdemîr xwe kuşt.
- 17 Sibat: Li Kolana Hûnerê ya Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, çawîşê pispor Kadîr Toskar bi çeka xwe xwe kuşt .
- 17 Sibat: Welatî Nezîr Kiliç xwe ji qata 4’emîn a avahiya Qeymeqamtiya Navçeya Cizîr a Şirnexê avêt û dawî li jiyana xwe anî. Nezîr Kiliç ê 42 salî û bavê 4 zarokan ji sedî 76 astengdar bû.
- 16 Sibat: Li garaja kamyonan a Konyayê ajokarê kamyonê yê 37 salî Mevlût Çankaya ji ber qeyrana aborî dawî li jiyana xwe anî.
- 15 Sibat: Li Îzmirê li navçeya Karşiyaka ya Îzmirê Î.A., yê 24 salî dawî li jiyana xwe anî.
- 7 sibat: Li Antakyayê, welatî A.Y., li ber walîtiyî piştî got “Ez birçîme. Bê karim. Li malê rewşa zarokên min xirabe. Zarokên min birçîne” dawî li jiyana xwe anî.