TR KU SO
FB X
Cîhan

Di 3 mehan de 18 rêvebirên Boko Haramê hatin kustin

Admin M
Nivîskar
📅 31 adar 2020 00:29

PeyamaKurd- Cîgirê berdevkê çapemeniyê yê operasyonan yê wezareta bergiriyê Benard Onyeuko ragihand ku hêzên dewletê yên hewayî li eyaleta Bornoyê li devera Gorgiyê êrîşan birine ser kampa rêxistina Boko Haramê. Di êrîşê de kampa reêxistinê ser û binê hev kirine.

Berdevk ragihand ku di nav êrîşên 3 mehên dawiyê de, ji rêvebirên asta jor Ebû Usameh jî di nava wan de,18 rêvebir hatine kuştin.

Çend mehên dawiyê de li Nîjeryayê êrîşên rêxistina Boko Haramê ranawestin û gelek kes tên kuştin ku piraniya wan gundî ne.

Parve bike: