Di anketa dawî ya Amerîka de Joe Biden Trump derbas kir
PeyamaKurd- Di anketek di derbarê hilbijartinên serokatiyê ya 3ê Mijdarê wê li Amerîka çêbibe, encama derket Trump matmayî hişt.
Li gorî ankete pozberê Trump Joe Biden ê demokrat, bi 14 xalan Trump derbas kir.
Di ankete de Namzetê demokratan Biden, ji %50 piştgiriyê distîne, Trump jî %36. Trump 14 xalan piştî Biden dimîne.
Dengdêrên Biden bêtir jin, reşik û kesên hîspanîk in. Trump ji ber sekna xwe ya li hemberî protestoyên Koronavîrus de piştgiriya dengdêran wenda kir.
Di ankete de yên temenê wan 45 û spî ji %52an piştgirî dane Biden, ji %30ê wan jî pişgiriya Trump kirine.
Yên temenê wan bi ser 65an û spî jî ji 5/2ê wan jî, ji ber sekna Trump ya li hemberî protestoyên dema Koronavîrus de, piştgirî nedan.
Joe Biden berê li ser Kurda gotibû ‘ Emrê me ew ê têra dîtina dewleta Kurda bike’