TR KU SO
FB X
Cîhan

Di bagerê de 30 kesan can da

Admin H
Nivîskar
📅 27 rêbendan 2020 04:17

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di bagera li Brezîlyayê qewimîye de, heta niha 30 kesan can daye.

Pergala parastina sivîl a Brezîlyayê ragihand ku li eyaleta Minas Gerais a li başûrê rojhilatê welêt, hejmara kesên ku ji ber bagerê jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 30 kesan.

Ji roja pênşema borî ve li başûrê Brezîlyayê bagereke tevî barana xurt berdewam e û bêhtirî 3 hezar û 500 kes ji ber bobelatê malên xwe hiştine û derbeder bûne.

Parve bike: