Di balafira Kubayê de 110 kes mirin
PeyamaKurd - Li Havanaya paytextê Kubayê Firokexaneya Jose Marti firokeyeke cureya boeing 737 ket xwarê û 110 kes tê de mirin.
Hat ragihandin ku li Firokexaneya Jose Marti ya li paytextê Kubayê bajarê Havanayê firokeyeke cureya boeing 737 a Hêlên Esmanî yên Kubayê (Cubana de Aviacion) dema ku radibû ketiye xwarê.
Li gor ajansa Fransî AFPê ku xwe dispêre rojnameya resmî ya Partiya Komunîst a Kubayê 110 kes di balafirê de mirine.
Di balafirê de 104 rêwî û 8 murettebat hebûne û ji wan tenê 2 kes filitîne.
Welatiyên ku bûyer dîtine diyar dikin ku piştî ketina firokeyê dengê teqînekê bihîstine û li cihê ku ketiye dûman rabûye.
Li gor nûçeya Radyo Habana Cuba, firokeya hêlên esmanî ya Cubana de Aviacion ji bo ku ji Havanayê ber bi Holguinê bifire rabûbû.