TR KU SO
FB X
Cîhan

Di çemê Firatê ferîbotê li pirê xist: 2 zarok mirin

Admin H
Nivîskar
📅 12 tîrmeh 2026 12:36

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li bajarê Dêrazorê ferîbotek li pirekî qelibî ye û di encamê de heya niha 2 zarok mirine û hin kes winda ne. Herwiha 15 sivîl jî hatine rizgarkirin.

Dezgeha Parastina Sivîlan a Sûriyeyê ragihand ku îro danê sibehê ferîboteke 35 sivîl tê de bûn dema xwest çemê Firatê derbas bike, li Pira Herbî ya li bajarê Dêrazorê qelibî.

Hate diyarkirin ku hemû kesên di ferîbotê de ketin nava çem û wekî encamên destpêkê 2 zarokan jiyana xwe ji dest daye.

Dezgehê da zanîn ku tîmên wan heta niha 15 sivîl ji çem derxistine û bi hevkariya xelkê lêgerîna sivîlên din ên winda didomin.

Parve bike: