Cîhan
Di çûn tatîla cejnê lê qeza kirin: Ji heman malbate 5 kes mirin
PeyamaKurd – Ji bajarê Îstenbolê ji bo tatîlê diçûn memlekete xwe Trabzonê lê li bajarê Girewsunê treylerekî li otomobîla wan xist û weza zencîre çêbû,
Di qezayê de Ali Yıldız, jina wî Melek Yıldız û her sê zarokên wan yên bi navên Hamza, Hasan û Sadem Yağmur Yıldız li ciyê qezayê mirin. Gora her 5 kesan li navça Arsinê li heman goristanê li rex hev kolan û wan defin kirin.
Ajotvanê treylerê ku bû sedema qezayê dema derxistin dadgehê, wî şandin zîndanê.
Di qezayê de her 7 kesên din ku birîndar bûn wan şandin nexweşxanên dereverê yên cuda. Ji malbata mirî ya bi navê Rana Meltem Yıldız li nexweşxanê tê dermankirin û rewşa wê ber bi başbûnê de diçe.