Di dinyayê de şîrketa herî zêde otomobîlan firot diyar bû
PeyamaKurd – Şîrketa di dinyayê de herî zêde otomobîlan firot diyar bû. Di 6 mehên ewilî yên sala 2026an de, şîrketa Toyota Motor 5 milyon û 390 hezar erebe firot û di asta navdewletî bû şîrketa herî zêde erebe firotiye. Toyota Motor 7 sale li pey hev dibe şîrketa yekem.
Li gor sala borî, li gor heman dewrê firotina erebeyan ya Toyotayê % 2,8 kêm bûye lê tevî wê jî hem di nav hilberînerên Japonya de û hem di asta dinyayê de yekem şirkete ku erebeyan firotiye û di pey wê de jî şîrketa hilberîner ya Almanya bi firotina 4 milyon û 130 hezar erebeyan Volkswagen heye.
Firotina adedên erebeyan li nava Japonyayê zêde bû lê firotina derveyê Japonya kêm bû. Di nav Japonya de %4,4 zêde kir û bû 1.1 milyon aded. Firotina derve ya erebeyan %4,5 kêm bû û bi temamî bû 4,3 milyon aded.
Toyota li Amerîkayê firotina xwe %09 zêde kir lê li Çînê %17,1 û li Rojhilata Navîn %21,1 kêm kir.
Raqibê Toyotayê Volkswagen di nav 6 mehên ewilî yên sala 2026an de, li gor dewra sala berê %8,4 kêm kir û bi temamî 4,13 milyon aded erebe firot.