TR KU SO
FB X
Cîhan

Di dîroka Qeterê de cara yekem parlamenterên hilbijartî dest bi kar kirin

Admin H
Nivîskar
📅 28 cotmeh 2021 00:00

PeyamaKurd – Hilbijartinên Parlamentoya Qeterê ku ji 45 kursiyan pêk tê 2yê Cotmehê birêve çûn û cara yekem 30 ji parlamenteran ji aliyê welatiyan ve hatin hilbijartin.

Encûmena Şûrayê ya Qeterê 19ê Nîsana 1972yan hatiye damezrandin ku 50 sal bi ser de çûne, lê cara yekem beşek ji parlamenteran li şûna Emîrê Qeterê ji aliyê gel ve têne hilbijartin.

Hat ragihandin ku ji 45 kursiyên encûmenê 30 ji wan ji aliyê gel ve û 15 jî ji aliyê Emîrê Qeterê Şêx Temim bin Hamed El Sanî ve hatin hilbijartin û dest bi kar kirin.

El Sanî jî di merasîma vekirina yekem parlamena hilbijartî de beşdarî kir û ji bo seroktiya yekem parlamentoya hilbijartî ya Qeterê Hesen bin Ebdullah el-Xanim bi wergirtina 37 dengên ji 45 kursiyan hat hilbijartin.

Parve bike: