TR KU SO
FB X
Cîhan

Di du hefteyan de 1.685 penaberên Sûrî ji Stenbolê hatin derxistin

Admin H
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2019 17:59

PeyamaKurd – Parêzgarê Stenbolê Alî Yerlikaya ragihand ku di nav du hefteyên dawî de hezar û 685 penaberên Sûriyê ji Stenbolê bo deverên navên wan tomarkirî ne hatine vegerandin.

Piştî biryara hikûmeta Tirkiyê ya dersînorkirin û vegerandina koçberên Sûriyê bo bajarên navê wan lê hatiye tomarkirin, berdewam dike.

Parêzgarê Stenbolê Ali Yerlikaya di serna rojnameya Yeni Şafak a nêzîkî AKPê de ragihand ku li Stenbolê di çarçoveya parastina demkî de 547 hezar penaberên Sûriyê hene û diyar kir, ji 12ê Tîrmehê ve 1685 kesên navên wan li Stenbolê netomarkirî ne hatine vegerandin.

Li gorî amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, 3 milyon û 622 hezar û 284 hemwelatiyên Sûriyê ku navên wan hatiye tomarkirin li Tirkiyê dimînin û ji wan jî 108 hezar û 732 kes li navên demkî yên koçberan dimînin.

Parve bike: