Di êrîsa bombeyî de 13 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Somaliyê, di êrîşeka bombeyî de 13 kes mirin û 20 kes bidîndar bûn. Bûyer li bajarê Bariyê li devera Bosasoyê li xwaringeha ku rêvebirên dewletê lê xwarin dixwarin çêbû. Berdevkê polîs Dini Roble Ahmed ragihand ku teqîn zerareka mezin daye, kesên di teqînê de mirine sîvîlin û 20 kesên birîndar bûne wan birine nexweşxaneyan.
Polîsê bi navê Mehmûd Hesen ragihand ku di nav kesên mirine de du cîgirên komiser yên herêmê hene û weha dewam kir:
“Di navçeyê de êrîşa kujer ya herî mezin bû.”
Rêvebirên hukumeta Somaliyê ragihandin ku êrîş ji aliyê xwekujekî bombeyî de hatiye kirin lê di mijara jimaran de ti agahî nedan.
Rêxistina çekdar ya bi navê Eş-Şebab bûyerê girt ser xwe. Eş-Şebab di demên dawiyê de çend care tevgerên weha dike.