TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîsa hewayî de 10 kes hatin kustin

Admin M
Nivîskar
📅 20 tîrmeh 2019 23:54

PeyamaKurd- Li Afxansitanê êrîşa hewayî hat kirin û di encamê de 10 kes jiyana xwe ji dest dan. Di nava kuştiyan de jin û zarok hene. Li gor ragihandina rêvebiriya Afxanistanê li eyaleta Badghisê hêzên dewleta Afxanistanê êrîşên hewayî birin ser deverê.

Serokê meclisa parêzgeha Badghisê Abdulazîz Beg, ragihand ku di nava miriyan de 3 zarok û 2 jin hene. Azîz Beg ragihand ku baregeha artêşê ya deverê ji aliyê serhildêran de hat dorpêçkirin lê ji gundên der û dor bi çekan li wan dan.

Parve bike: