Cîhan
Di êrîsa ISÎDê de 7 leskerên Iraqê hatin kustin
Li bajarê Anbarê yê li rojavayê Iraqê, IŞÎDê êrîşî leşkerên Iraqê kir û di encama vî şerî de 7 leşker hatin kuştin.
Di derbarê êrîşê de Serbazê Artêşa Iraqê Ehmed El Duleymî daxuyaniyek da û got ku IŞÎDê li navçeya Rutbeyê ya bi ser navenda Anbar Ramadiyê, kemîn li ber leşkerên Iraqê vedabû.
Duleymî ragihand ku di encamê de 7 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û 9 terosîstên IŞÎDê jî hatine kuştin.
Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî, di dawîya sala 2017an de eşkere kiribû ku êdî IŞÎD ji axa Iraqê hatiye paqijkirin. Lêbelê li Rojavayê Mûsilê û li dor hidûdê Iraq-Suriyê, hê jî IŞÎD dimîne.