TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîsa Îsraîlê de 9 milîsên îranî hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 25 berfanbar 2020 19:28

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama êrîşa doh ya Îsraîlê de ku bi şev li devera Misyaf pêk anîbû, cebilxaneya hêzên îranî hate wêrankirin 9 milîsên îranî hatin kuştin.

Li gorî SOHRê, “Bombebaranên Îsraîlê, navendên serbazî yên hêzên rejîmê, milîsên Îranî û cebilxaneyên ser bi kargehên berevaniyê kirin armanc li rojavayê bajarê Misyaf li deverên gundnişînên Hemayê ku milîsên ser bi Îranê tê de ne.”

Hat ragihandin, di encama wan bombebaranan de 9 kes hatin kuştin, çar kes Sûrî ne û nayê zanîn gelo ew ser bi rejîmê ne yan jî di rêzên hêzên Îranî de en. Herwiha hatiye diyarkirin ku 5 kuştiyên din jî nasnameyên wan eşkere nebûne.

Parve bike: