Cîhan
Di êrîsa Îsraîlê de rojnamevanekî jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezzayê dema êrîş bir ser deverê, rojnamevanê wêneyan û ku hem kameramanê AAyê ya Tirkiyê ye, yê bi navê Montaser Mustafa Al-Sawaf jiyana xwe ji dest da.
Al-Sawaf berê jî, di hefteya borî de di êrîşên Îsraîlê de birîndar bû bû û ji malbata wî gelek kes miribûn.
Bûyer îro piştî agirbesa demkî qediya qewimî ji ber Îsraîlê car din dest bi êrîşên xwe kir.