TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîsa qereqolê de 7 cerdevan hatin kustin

Admin S
Nivîskar
📅 06 nîsan 2019 23:39

PeyamaKurd – Milîtanên Talibanê li Afganistanê êrîş birin ser qereqoleke cerdevanan li navçeya Faizabad a bakurê parêzgeha Cuzcanê.

Qeymeqamê navçeya Faizabadê Alif Şah ragihand ku di encama êrîşê de, 7 cerdevanan can daye.

Alif Şah ji medyayê re da xuyakirin, milîtanan êrîşî ser qereqola gundê Bizgekê kiriye û di encama şer û pevçûna sê demjimêran de, yek ji wan fermandar 7 cerdevanan can daye.

Talibanê hîn berpirsiya êrîşê li xwe negirtiye.

Parve bike: