Cîhan
Di êrîsa rejîma Sûriyê de 4 zarokên xwisk û bira can dan
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro Înê danê sibehê artêşa rejîma Sûriyê, Idlib bombebaran kir û di encamê de 4 zarokên ji heman malbatê can dan.
SOHRê daye xuyakirin, artêşa Sûriyê gundê Kensefre yê li sînorê parêzgeha Idlibê bombebaran kiriye û 4 zarok di bombebaranê de hatine kuştin.
Ajansa France Press (AFP) jî dîmenên veşartina termên 3 zarokan belav kiriye ku bavê wan li ser gorên wan hêsiran dibarîne, herî dawî termê parçebûyî yê zarokê çarem anîne cem wî û ji ber berdewamiya bombebaranê, termê wî jî bilez bi axê hatiye spartin.
Doh 19ê Tebaxê jî hêzên rejîmê gundê Belşûn bombebaran kiribûn û li wir jî hejmarek welatiyên sivîl bûbûn qurbanî.