TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîsa rûsî ya li dijî Idlibê da 13 kesan jîyana xwe ji des da

📅 14 adar 2019 14:37

PeyamaKurd - Balafirên rûsî duhî êrîşî ser bajarê Idlibê kirin û di encamê de 13 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Komeleya Mafên Mirovan a Sûrîyê belav kiriye ku, balafirên rûsî êrîşeke tund bi ser bajarê Idlibê da pêk anî û di bombebarana Girtîgeha Navendî ya li rojavayê Idlibê da 13 kes hatin kuştin, nêzîkî 60 kesî birîndar bûn û nêzîkî 100 kesên girtî ji girtîgehê reviyan.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, wan komgehên çekan ên grûpên ser bi el Qaidê ve li Idlibê bombebaran kirine.

Komeleyê amaje bi wê yekê kir, ji piştî rêkeftina di navbera Rûsya û Tirkiyê a di 17ê Îlona 2018 an da, ev êrîşên yekem ên Rûsyayê li ser Idlibê ne

Parve bike: