TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîşa ser baregeha Haşdi Şabi de 7 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 24 adar 2026 21:06

PeyamaKurd – DYA û Îsraîlê ji hewa de êrîşê birin ser baregeha Haşdî Şabi ya Iraqê ku bi fermana Îranê tevdigere û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Haşdi Şabi bi nivîskî ragihand ku êrîş li bajarê Selahahddînê li navça Beyciyê li devera Siniye hatiye kirin. Du car êrîşên hewayî birine ser heman deverê ser baregeha Tûgaya 31em ya Haşdi Şabiyê.

Di êrîşê de bi baregehê re navenda ewlehiyê û yekîneyên taybet yên girêdayê tûgayê kirine hedef. Baregeh gelek xesarê diye.

Serê siba borî an ku ya îro, di êrîşên hewayî de, êrîşê baregeha Haşdi Şabi ya li bajarê Anbarê kiribûn û fermandarê Haşdi Şabiyê Saad Deway el-Buayci û 14 çekdarên Haşdi Şabiyê kuştibûn.

Parve bike: