Cîhan
Di êrîsa ser gund de 17 kes hatin kustin
PeyamaKurd – Li welatê Burkîna Faso di encama êrîşa terorîstan bi ser gundekî devera Belehede ya bakur de, 17 kesan can da.
Wezîrê Berevaniyê yê wî welatî Cheriff Sy, ragihand ku piştî êrîşê operasyona desteserkirina terorîstan hatiye destpêkirin û banga aramiyê li gel kir.
Li welatê Burkîna Faso ku ji sala 2015an ve rûbirûyî êrîşên terorê dibe, tenê ji meha nîsanê ve 81 kesan jiyana xwe ji dest daye ku li gelek herêman rewşa awarte hatiye ragihandin.