Cîhan
Di êrîsa ser nexwesxaneyê de 2 kes hatin kustin, êrîskar hat desteserkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nexwaşxaneyeke bajarê Dallas a eyaleta Teksas a Amerîkayê de, êrîşeke çekdarî hatiye kirin û di encama êrîşê de 2 kes hatine kuştin û êrîşkar jî bi birîndarî hate girtin.
Polîsê Dallasê ragihandiye ku êrîşkarek li nexweşxaneyê bi çekê 2 xebatkar kuştine û piştî destwerdana hêzên ewlehiyê êrîşkar bi birîndarî hatiye desteserkirin.
Hat ragihandin ku 2 xebatkar hatine kuştin, lê rewşa tenduristiya êrîşkarê 30 salî yê bi navê Nestor Hernandez baş e.
Li gorî daxuyaniya polîs Nestor dibe ku bi armanca dîzîyê ew êrîş pêk anîye.