Cîhan
Di êrîsa ser salona bîlardoyê de 10 kes kustin
PeyamaKurd – Li Meksîkayê li eyaleta Guanajuato li bajarê Tarimoro grûbekî bi çekan avêt ser salona bîlardoyê. Li ciyê bûyerê 9 kes mirin û kesekî birîndar birin nexweşxanê û ew jî di rê de di ambûlansê de mir.
Êrîşker li ciyê bûyerê 2 not danîne. Di notekî de hatiye nivîsîn ku bûyerê kartela Santa Rosa de Lima kiriye. Lê şahidên bûyerê dibêjin ku bûyerê kartela Jalisno ya Nesla Nû kiriye. Rêvebir difikirin ku di navbera rêxistinên sûc de hesabdîtinekî heye û ev nişana wê ye.
Serdozgeriya eyaleta Guanajuato ragihandiye ku li ser bûyerê lêpirsîn destpêkiriye û ji bo êrîşker bên girtin, tîmên federalî xebata xwe dewam dikin.