Cîhan
Di êrîsê de 11 kustî û 12 birîndar çêbûn
PeyamaKurd- Li welatê Afrîkayê li Nîjeryayê di êrîşeka ku kiryarên wê ne diyarin 11 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Ragihandina bûyerê ji aliyê berdevkê polîsê eyaleta Plateauyê, ji aliyê Tyopev Mathias ve hat kirin. Mathias, di ragihandina xwe de got: “ Dema em gihan ciyê bûyerê gelek kes bê rih li erdê bûn. Me birîndaran yekser şand nexweşxaneya zankoya Josê.
Heya niha kes êrîşê negirtiye ser xwe û bo bidestxistina kujeran lêpirsîn hatiye destpêkirin.