TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîseke bombeyî de 3 leskerên Fransî hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 30 berfanbar 2020 00:01

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li welatê Maliyê, di encama teqîna otomobîlekê de, 3 leşkerên Fransî hatin kuştin.

Serokatiya Fransayê ragihand ku roja Duşemê 3 leşkerên wan li navçeya Hemborî  ji ber teqîna otomobîla wan ku bombeyek tê de hatibû bicihkitin hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her 3 leşkerên hatine kuştin, li navçeyê operasyoneke leşkerî pêk tanîn.

Hêjayî gotinê ye, hêzên Fransî li Maliyê operasyonên li dijî terorê berdewam dikin û meha borî li Maliyê 50 çekdar û berpirsekî El Qaîdeyê di wan operasyonan de hatibûn kuştin.

 

Parve bike: