Cîhan
Di êrîseke esmanî de li Idlibê 5 Kes bûne qurbanî
PeyamaKurd - Çalakvanên opozisyona Sûriyê û çavdêrên şer dibêjin 5 kes di êrîşên ser bajarê Erîha yê parêzgeha Idlibê de hatine kuştin.
Hikûmeta Sûriyê bi alîkariya Rûsya helmeta xwe ya dijî serhildêrên opozisyonê li Idlibê berdewam dike. Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye got, du kesên bûne qurbanî ji heman malbatê bûn.
Koma berevaniya sivîl ku bi navê xuzespiyan tê nasîn got 21 kes di êrîşa ser bajarê Erhîda de birîndar bûne.
Çalakvanan got êrîşeke esmanî doh jî bazareke Erîha kir armanc û di encamê de 11 kes hatin kuştin.