TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîsên Amerîkayê de 25 çekdarên Hesda Seibiyê hatin kustin û 50 jî birîndar bûn

📅 30 berfanbar 2019 15:13

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) berpirsiyariya êrîşe ser baregeha Hizbullaha Iraqê û Heşda Şeibî li xwe girt ragihand ku wan 5 baregehên Hizbûllaha Iraqê li Iraq û Sûriyê bombardiman kirine ku 3 ji wan baregehan li Iraqê ne 2 jî di nav erda Sûriyê de ne.

Di êrişên Amerîkayê yên bo ser baregehên hêzên ser bi Heşda Şeibiyê ve, 25 çekdar hatin kuştin û 50 çekdar jî birîndar bûn.

Li gor medyaya fermî ya Iraqê, Heşda Şeibiyê hejmara kuştiyên xwe aşkere kiriye û ragihandiye ku di êrişên Amerîkayê de 25 çekdar hatine kuştin û 50 çekdar jî birîndar bûne.

Parve bike: