Cîhan
Di êrîşên asmanî de pira herî bilind a Îranê hat ruxandin
PeyamaKurd - Di encama êrîşên asmanî yên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê de, pira B1 a li bajarê Kerecê ya parêzgeha Elburzê, ku wekî pira herî bilind a Îranê tê zanîn hat ruxandin.
Alîkarê Waliyê Elburzê Qudretullah Seyf ragihand ku di vê êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmareke zêde ya mirovan jî birîndar bûne. Li herêma ku pir lê hatiye armanc kirin tîmên lêgerîn û rizgarkirinê xebatên xwe berdewam dikin û birîndar ji bo dermankirinê bo navendên tendurustiyê hatine veguhestin.
Berpirsên Îranî dan zanîn ku ev pir di qonaxa çêkirinê de bû û piştî temambûna pêvajoya ewlehiyê, wê bi piştgirî û keda endezyarên navxweyî ji nû ve bê avakirin.