Cîhan
Di êrisên Îsraîlê de li Xezzeyê 7 Filîstînî hatin kustin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Artêşa Îsraîlê êrişa esmanî bir ser Xezzeyê û 7 Filistînî hatin kuştin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Filîstînê Eşref el Xudra, daxuyanî da çapemeniyê û got di êrişên Îsraîlê de 7 kes hatine kuştin.
Herwiha diyar kir ku 500 welatiyên Filîstînî jî birîndar bûne.
Çalakiyên li Xezzeyê di çarçoveya Roja Axê de tên kirin.