Cîhan
Di êrîsên li Sûdanê de 7 kes mirin
PeyamaKurd – Rêvebirên Darfûr a Bakûr a Sûdanê ragihandin ku kesên nasnameyan nediyar, li eyaleta Darfûra Bakûr li devera Malagatê li hinek gundan êrîşan kirine. Di êrîşan de 7 kes mirine û êrîşkar gelek kesan revandine. Di ragihandinê de weha hat gotin:
“Êrîşker dixebitin da Îstîqrar û asayîşa herêmê xerab bikin, dixwazin li herêmê şer, pevçûn û wêraniyê çêbikin. Hêzên asayîşê çûne ciyê bûyeran. Ji bo rewşê kontrol bikin tedbîran sitendine û wê êrîşker teslîmê adaletê bên kirin.”
Li Darfûr a Bakûr di navbera qebîleyan de pirsgirêkên arazî, mêrg û kaniyên avê dibin sedema şer û pevçûnan.