TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîsên terorê de zêdetirî 100 kes hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 30 cotmeh 2022 14:00

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di êrîşên terorê yên bi du otomobîlên bombebarkirî li paytexta Somal Mogadîşuyê hatin kirin de, zêdetirî 100 kes hatin kuştin û herî kêm 300 kes jî birîndar bûn.

Serokomarê Somalê Hesen Şêx Mehmud li ser teqandina du otomobîlan li nêzîkî avahiya Wezareta Perwerdeyê ragihand, herî kêm 100 kes hatine kuştin û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûne.

Polîsê Somalê jî ragihandiye ku teqîna duyem dema tîmên tenduristiyê û rojnamevan çûne cihê bûyerê pêk hatiye û ji ber wê jî hejmara kuştiyan zêdetir bûye.

Li gorî nirxandinên destpêkê, êrîş ji aliyê rêxistina terorê baskê DAIŞê yê Somalê Eş-Şebab ve hatiye kirin.

Parve bike: