TR KU SO
FB X
Cîhan

Di fabrîkê de pevçûn derket: 8 kustî û 11 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 28 nîsan 2022 03:38

PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê li eyaleta Hidalgoyê di fabrîka çîmento de grûbên karkeran ku bi hevre rikberiyê dikirin, di navbera wan de şer derket û di encamêde 8 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

Parêzgerê Hidalgo Omer Fayad, di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku di fabrika çîmentoyê ya bi navê Cruz Azul de, di navbera grûbên karker yên rikber de şer derketiye. Fayad ragihand ku ji ber şer û pevçûnê 9 kesan xistine binçav.

Di dema şer de xesar gihaye gelek alavan û li ser bûyerê lêpirsîn destpêkiriye.

Parve bike: