Di ferîbota noqav bû de 52 cesedan derxistin
PeyamaKurd – Li welatê Endonezyayê di ferîbota noqav bûyî de 52 cesedan derxistin. Xebata ji bo dîtina cesedên di feribota ku di 13ê Êlûnê de noqav bûbû dewam dike.
Serokê ajansa navdewletî ya netewî ya Endonezyayê (BASARNAS) Muhammed Syafili, li ser xebata ku binê deryayê de dikin agahiyan da û got:
“Enqaza ferîbotê 30 metre di bin avê de ye û xwe gihandine enqazê. Tîmên rizgarkirinê yên noqavê camên ferîbotê şikandine û 52 cesedan derxistine. Berya her tiştî em ciyên kesên weda tesbît dikin û agahiyan didin malbatan. Xebatên me bê navbir dewam dikin.”
Ji bo nasnameyên cesedan tesbît bikin, cesedan şandine nexweşxaneyekî li Borneoyê.
Ferîbota ku di 13’e Êlûnê de ji bajarê Surabaya diçû Java ya Rojhilat, bi ferîbotê re têkilî hatibû birîn û piştî demekî kurt tesbît kiribûn ku ferîbot noqav bûye. 108 rêwiyan rizgar kiribûn lê 83 rêwî wenda bûn.