Cîhan
Di heqê Pervin Buldan de lêpirsîn hate destpêkirin!
PeyamaKurd- Ji ber ku Pervin Buldan li ser beşdarbûna taziyê ya 4 wekîlê HDPê, fikrên xwe parve kirin, di heqê wê de jî lêpirsîn hate destpêkirin.
Berî niha 4 wekîlên HDPê beşdarî cenazeyekî PKKê bûbûn. Dozgeriyê di heqê van 4 wekîlan de lêpirsîn dabû destpêkirin. Li ser vê yekê jî Hevseroka HDPê Pervin Buldan gotibû ku hevalên me çûne taziyê. Ev di çanda me de heye. Jixwe ku insanekî me mir, divê em herin taziya wan. Ev ji bo me wezîfe û berpirsiyariyek e.
Li ser van axaftinan Serdozgeriya Enqerê di heqê Hevseroka HDPê Pervin Buldan de jî lêpirsîn da destpêkirin.