Di hêrisa Îsraîl a dibistanên UNRWAyê de 11 kes mirin
PeyamaKurd – Di hêrişa li dijî dibistanên li Şerîda Xezzeyê ya ku koçberên Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî yên Neteweyên Yekbûyî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) lê hatibûn bicihkirin de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di nûçeya WAFAyê de hate angaştin ku artêşa Îsraîlê, 2 dibistanên UNRWA yên li Kampa Penaberan a El Şatî û Taxa El-Derecê ku wek stargeh dihatin bikaranîn bombebaran kirin.
Di nûçeyê de hat gotin ku li dibistana Kampa Penaberan a El Şatî meytên 5 kesên ku di nav wan de zarok jî hene û li dibistana Abdulfettah Hemud a li Taxa Ed-Derecê jî meytên 6 sivîlan hatiye dîtin. bombekirin.
Tê gotin ku di hêrişên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xezzeyê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve de herî kêm 15 hezar û 694 jê zarok, 10 hezar û 279 jî jin, 37 hezar û 626 Filistînî mirine û 86 hezar û 98 kes jî birîndar bûne.
Herwiha tê gotin ku hîna bi hezaran mirî jî di bin kavilan de ne.