Cîhan
Di hikûmeta Iraqê de guherînên mezin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, wezîrê elektrîkê, wezîrê tenduristiyê û yê veguhastinê ji wezîfeyê girtin.
Li gor ajansa FuratNews a Iraqî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî wezîrê veguhastinê Kazim Hemamî, wezîrê elektrîkê Qasim Fehdawî û wezîra tenduristiyê Edîla Hemûd bi awayekî demkî erkên wan bi dawî kir.
Herwiha biryar da ku berpirsê îdareya dezgeha cîbecîkar a dewletê li parêzgeha Wasita li başûrê Iraqê bê guhertin. Ev guhertin piştî ku wan nekarî erkê xwe di xizmeta welatiyan de pêk bînin çêbû.